PeyamaKurd – Xwediyê xelata Nobelê Prof. Dr. Aziz Sancar li bajarê Mêrdînê li navça Stewrê (Savur) di qonaxekî de hatiye dinyayê. Dewletê xaniyê Sancar tamîr kir û bi navê “Muza Aziz Sancar” ji nûh de vekir.
Di muzê de dîplomayên Aziz Sancar yên hekîmiyê, xebatên zanistî, alavên tenduristiyê, xelat û arîşa taybet yên Sancar hene.
Nûhkirina xaniyê Sancar ji aliyê wezareta şerwenbiriyê ya Tirkiyê de hat kirin. Qonax li taxa Sefa ye, qatekî jê kirine muze û bi sedema vekirina muzê, wezîrê rewşenbiriyê yê Tirkiyê Mehmet Nuri Ersoy, Prof. Dr. Aziz Sancar, parêzgerê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û gelek kes di merasimê de hebûn.
Qonax berya sala 1938an hatiye avakirin û li gor endazyariya xaniyên Stewrê hatiye avakirin. Muze di qata li ser 395 m2 yan avaye û xanî bi xwe 4 qat e.
Di muzê de tiştnên ku hene:
- Wêneyên li ser jiyana Aziz Sancar
- Alavên tenduristiyê, diploma û cubbeyên akademisyeniyê
- Xelatên ku danê û yadîgar
- Dosyayên xebaytên wî yên zanistî yên arşîvê