WSJ: Scott Bessent ji ber gefên Îranê mala xwe vala kir

WSJ: Scott Bessent ji ber gefên Îranê mala xwe vala kir

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê ku spartiye 3 çavkaniyên agahdar, Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Scott Bessent ji ber gefên Îranê yên li dijî wî, ji mala xwe ya li Washington DCyê derketiye û veguhastiye bingeheke leşkerî.

Buroya Çapameniyê ya Wezareta Xezînê diyar kir ku Bessent ji gefên rejîma Îranê paşve gav naavêje.

Hat ragihandin ku piştî ku Wall Street Journalê wêneyekî hewayî yê qesra Bessent a li Georgetownê belav kir, fikarên ewlehiyê zêdetir bûn û cûyîna wî ya bo bingeha leşkerî hat lezkirin.

Scott Bessent ji meha tebaxê vir ve rêberiya kampanyaya "Operasyona Dûrxistina Aborî" ya li dijî Îranê dike.

Ev kampanya bi armanca rawestandina êrîşên Îranê yên li ser keştiyan, vekirina Tengava Hurmuzê û birîna xetên darayî yên Tehranê bi rêya cezayan tê meşandin. Tehranê berê tohmetên bi vî rengî red kiribûn.