Îranê bi fuzeyan êrîşê baregehên Komalayê kir

Îranê bi fuzeyan êrîşê baregehên Komalayê kir

PeyamaKurd – Komela Zahmetkêşên Kurdistanê (Komala) ragihand ku artêşa Îranê bi 3 fuzeyan li baregeha wê ya li nav sînorê Erbîlê ya li Wadiya Alaneyê xistiye. Komala got ku ji rêvebiriyê endamekî bi temamî 2 birîndarên wê hene.

Endamê rêvebiriya Komelê Emced Huseyin Penahi ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Îro li dora nîvro seet di 13.20an de, Komara Îslamî ya Îranê car din êrîşê baregehên me kir. 2 birîndrên me hene û rewşa wan baş e. Birînên wan sivik in.”

Artêşa Îranê ji 28ê Sibatê bi bahaneyên cuda bi 960 fuze û kamikaze dronan êrî birine ser Herêma Kurdistanê. Di encama êrîşan de 32 kes mirine û 156 kes jî birîndar bûne.

Di nav kuştiyan de ji 32 kesan 5 Kurdên Rojhilatin û 19 jî Pêşmerge hene.