Ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Kurdan

Ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Kurdan

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand, ku ew her tim bi rewşa gelê Kurd re eleqeder bûye û got, "Neteweyên Yekbûyî êşa ku Kurd dijîn, li ber çavan digire."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li bajarê Moskova ya paytextê Rûsyayê di civîneke çapemeniyê de li ser pirseke peyamnêrê K24ê got, "Ez her tim bi rewşa gelê Kurd re eleqeder bûm."

Guterres di civînê de got, "Ji bo Kurdên li Sûriyeyê bêwelatî pirsgirêkeke cidî ye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi qasî ji destê min hat, min midaxele kir." Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî herwisa derbarê şerê li Efrînê de jî got, ji bo ku rêxistinên alîkariyê di warê Efrînê de bikevin nav liv û tevgerê bi awayekî eşkere soz hatiye dayîn.

Antonio Guterres bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî û got, "Ji bo ku bawer bikim Hewlêr û Bexdayê nêzîk hevdu bûne, ez li Iraqê jî gelekî aktîf bûm. Hûn dikarin bawer bikin ku NY, êşa ku hatiye serê Kurdan li ber çavan digire."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin