Li pist êrîsa ser Saudi Aramcoyê Îran heye

Li pist êrîsa ser Saudi Aramcoyê Îran heye

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump berya bi Welîahd ê Bahreynê bi Selman Bîn Hemîd El Xelîfe re hevdîtin bike, li baregeha xwe ya Ovalê bo rojnamevanan hinek agahiyan da. Trump got ku ew bawere li pişt êrîşa ser şîrketa petrolê ya bi navê Saudi Aramco yê Îran heye, lê bo bigihê encameka baş lêkolînên wan dewam dikin. Trump di dewama axaftina xwe ya bo êrîşên ser Aramcoyê de weha got:

“Wisa xuya dike. Eger em bi temamî fêm bikin mijar çiye, em ê ji we re bêjin. Niha lêkolîn dewam dikin.”

Li ser mijara bi Îranê re şer dixwaze an na de Trump got ku balafirên welatê wî xwediyê sîstema sîlihên herî baş yên fuzeyane û di dîrokê de, ti welatekî bo şer ew çend amade nebûye. Li ser mjara çareseriya bi rêya dîsplomasiyê, bo çareserkirina arîşeyên bi Îranê re Trump got:

“Rêya dîplomasiyê ti carê naxitime. Mirov nizane dê çi bibe. Ez dizanim dixwazin peymanekî çêbikin. Wê ev di ciyekê de bikêr were.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin