PeyamaKurd – Balafira şîrketa Tirkiyê ya bi navê THY ku jimara sefera TK619 dikir û rêwiyan ji Îstenbolê dibir bajarê Marakeşê ya welatê Fasê, di balafirê de rêwiyekî piştî ket ciyê destşoyê û xwe kuşt.
Li ser ku ew kes dirêj di destşoyê de mabû, xebatkarên balafirê jê şikê girtin û deriyê destşoyê vekirin. Di balafirê de doktorekî ku rêwî bû, mudaxele bi birîndar kir û balafir mecbûr ma ku seet di 15.15an de xwe deyne welatê Cezayîrê.
Xebatkarên tenduristiyê yên Cezayîrê dema ketin nav balafirê, dîtin ku rêwî can daye û rayedarên THY navê kesê xwekuştî ranegihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin