PeyamaKurd - Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller ragihand ku di dawiya 2021ê de helmetekê ji bo jiholêrakirina DAIŞê li Iraqê pêk tînin û piştre jî rola Amerîkayê ber bi qonaxeke din gav davêje.
Matthew H. Tueller diyar kir, di dawiya îsal û dema vekişîna artêşa Amerîkayê de, Tehran wê hewl bide ku valahiyê tije bike û da zanîn, “Her pêkhateyek alîgirê Îranê be, li dijî Washingtonê ye, Biden beriya niha gotiye ku asayîşa Iraqê, asayîşa Rojhilata Navîn e.”
Balyozê Amerîka yê li Iraqê destnîşan kir, “Di dawiya îsal de hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê helmetekê ji bo jiholêrakirina çekdarên DAIŞê dê encam bidin, rola Amerîkayê di vê helmetê de dirustkirin û bihêzkirina artêşa Iraqê ye, da ku garantî bikin ku DAIŞ car din venagere.”
Tueller got, “Hêzên Pêşmerge û hêzên hevbeş ên Iraqê beşdar bûn di têkbirina DAIŞê de, ji aliyê xwe ve Amerîka zanyariyên îstixbaratê dide wan her du artêşan, ku di sala 2014an de serkeftineke mezin bi dest xistin.”
Matthew H. Tueller êrîşên ser Hewlêrê şermezar kir diyar kir, ev êrîş gef in ji bo îstiqrar û asayîşa temamê Iraqê wiha pê de çû: “Cîranên Iraqê hewl didin milîsan çalak bikin, hemû pêkhateyên alîgirên Îranê, li dijî Amerîkayê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin