PeyamaKurd – Li payîtexta Îngîltere Londrayê, bi sedema kuştina Mahsa Jîna Emînî ya keça Kurd ku li Tehranê ji aliyê polîsê Îranê de hatibû kuştin, ji aliyê bi sedan kesan de hat protestokirin. Bi sedan kes li Londrayê li Meydana Trafalgarê civiyan û pankartên ku destekê didin Emînî bilind kirin û sloganên weka ‘Jin, Jiyan, azadî’ wêriyan.
Piraniya kesên meşiyan ji Îraniyên ku li Îngîltere dijîn pêkdihat û ji bilî wêneyên Jîna Emînî, ala Îranê ya berya sala 1979an bilind kirin. Çalakvan ji serokwezîra Îngîltere Liz Trussê xwestin ku têkiliyên xwe ji rêvebiriya Îranê bibire. Axaftvanekî çalakiyan di axaftina xwe de got ku Truss weka jinekî di derbarê bûyera Jîna Emînî de heya niha tiştekî negotiye û wê rexne kir. Di rexnê de got: ‘Şerm bike Liz’, ‘Dev ji desteka Melayan berde.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin