PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ku xwe dispêre kompanîya dewleta rûsî ya firotina çekan bo derve Rosoboronexport ragihand ku Rûsya wê di meha tîrmehê de dest bi radestkirina pergala parastinê ya S-400î ji Tirkîyê re bike.
Serokê Rosoboronexport Alexander Mikheev got ku her du alî ji mêj ve di her mijarê de li hev kirine.
Amerîka gefa danîna dorpêçên nû li dijî Tirkîyê kiribû, ger Tirkîye peymana bi Rûsyayê re çêke û moşekên S-400î wergire.
Enqerê jî amaje dike ku divê kirîna S-400an ji Rûsya nebe cîhê daxê ji ber ku ew ne dijmina Amerîkayê ye û her pêgirî hevalbendîya NATOyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin