HPG: "Di 6 ê gulanê de me 11 leskerên Tirkiyê kustiye"

HPG: "Di 6 ê gulanê de me 11 leskerên Tirkiyê kustiye"

PeyamaKurd – Navenda çapemeniyê ya HPG ê ragihandiye ku di 6 ê adarê de li Metînayê li tepa Zendûrayê, li Zapê li devera Mam Reşo ya bi ser Avaşînê, di êrîşan de 11 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Li aliyê dinê navenda çapemeniyê ya HPG ê nasnameya 9 endamên HPG ê yên ku di 27 ê nîsanê, 3 û 5 ê gulanê de li Avaşîn û Zapê jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Di ragihandinê de gerîllayê bi navê Mahfuz Göçer bi navê kod “Pirdoğan Amed” ku xelkê Diyarbekirê ye, di 27 ê nîsanê de, di şerê Avaşîn de birîndar bûye û paşî can daye. Li gor ragihandinê; roja 3 yê gulanê li Avaşîn PKK yiyen ku can dane navên wan ev in:

-Kod nav “Kamûran Amed” ji xelkê Diyarbekirê, navê eslî Mustafa Şimşek e,

-Kod nav “Canfeda Heseke” ji bajarê Hasekiyê navê eslî Şehbaz İzzettin Seydo ye,

-Kod nav “Serhat Giravî” ji xelkê Hekkariya navê eslî Kamuran Alpsar e,

-Kod nav “Rûken Zagros” ji xelkê Hekkariya navê eslî Seher Bingöl e,

-Kod nav “Zafer Tolhildan” ji bajarê Qamîşloyê, navê eslî Muhammed Abdulqadir Huseyin,

-Kod nav “Sarya Diyar” ji Şirnexê, navê wê yê eslî Bişeng Hezer,

- Kod nav “Xebat Aso” ji xelkê Kirmanşanê navê eslî Ubeyd Mewlûdî

- Kod nav “Şoreş Botan” ji xelkê Wanê ye, navê eslî Kemal Türker e, di 5 ê gulanê de li Zapê li devera Şamkê di encama bombardimanê de can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin