PeyamaKurd – Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump derbarê vîrusa koronayê de ku heya niha zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, ragihand ku rêveberiya Pekînê gelekî profesyonel tevdigere. Trump got, “Di meha Nîsanê de dema hewa xweş bû, wê dawî li virûsa koronayê were.”
Trump amaje kir ku dema Nîsan hat û hewa xweş bû Dê virûsa koronayê jî bidawî bibe. Trump, “Ez wisa bawer dikim ku di demeke nêz de wê Çîn vîrusê kontrol bike. Di meha Nîsanê de dema hewa xweş bû, wê virûsa koronayê jî xelas bibe.”
Trump bibîrxistin ku Amerîka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku wan li dijî vîrusa korona tîmeke tenduristîyê şandiye Çînê. Di tîma WHOyê de, ji Amerîka û çend welatên din pisporên tenduristiyê cî digirin. Trump li ser vê yekê jî got, ”Ez dikarim bêjim ku hevkariyeke me ya xurt ligel Çînê heye. Me baştirîn pisporên xwe şandine wê derê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin