PeyamaKurd - Serok Barzanî li ser wefata hunermendê navdar ê Kurdistanê Mihemed Ehmed Erbîlî ku îro 20ê Hezîranê di 89 saliya xwe de li Hewlêrê koça dawî kiribû, peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat, heval û hezkiriyên wî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê nevdar û xweşewîstê Kurdistanê mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî gihîşt min. Mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina deng û awaz û mûzîka resen û xwemalî ya Hewlêrê kir û gencîneyeke giranbuha ya huner û resenatiyê li pey xwe hîşt.”
Serok Barzanî sersaxî da malbat, heval û hezkiriyên Mihemed Ehmed Erbîlî û tevahiya hunermendên Hewlêr û Kurdistanê û got, “Ji Xwedêyê mezin dixwazin giyanê Erbîlî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin