ENKS: Ger Tirkiye û îtilaf pêsiya binpêkirinan negire, wê helwesta me biguhere

ENKS: Ger Tirkiye û îtilaf pêsiya binpêkirinan negire, wê helwesta me biguhere

PeyamaKurd – Piştî civîna Itîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku li Stenbolê pêk hat ENKSê ragihand ku wan behsa mijarên weke rawestandina binpêkirinan, vegera koçberan û rêgirtina ji guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Sûriyê ji nav ENKSê Ebdullah Gedo piştî civînê ragihand, komîteya lêkolînan a li ser binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dê di vê heftiyê de were pêkanîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê Ebdullah Gedo tekez kir, wan daxwaz kiriye ku di zûtirîn dem de ew komîte dest bi karê xwe bike, ji bo ku xelkê wan navçeyên Rojavayê Kurdistanê bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Gedo diyar kir, eger Itilafa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ku Tirkiye vê wek hevpeymanekî girîng dibîne û herwiha Tirkiye nekarin pêşî li binpêkariyên komên çekdar li Rojavayê Kurdistanê bigirin, wê demê ew wek ENKSê dê helwesteke din nîşan bidin.

Li gor daxuyaniyeke Emîndariya Giştî ya ENKSê, encûmenê rêkeftina ligel Itîlafê pesend kiriye û daxwaza destpêkirina gavên pratîkî kiriye.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê xwe beşek e ji Îtilafa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, lê belê ji ber êrîşên komên çekdar ên ser bi opozisyonê ve ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bo ser Serê Kaniyê û Girê Spî, ENKSê civînên Itîlafê baykot kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin