Li Tetwanê qedexe hat ragihandin

Li Tetwanê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku bi hinceta operasyonên li dijî PKKê, li 10 gund û mezreyên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku cihên vehewîna PKKyiyan hatine tespîtkirin û bi hinceta ku dê operasyon li ser wan bê kirin qedexe hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku dê qedexeya li gundewarên Tetwanê yên wekî; Teknecik, Sallica, Boblesur, Beşikli, Donertaş, Kepenek, Aktoprak, Ozekli, Guntepe û Beşparmak di çarçoveya qanûna parêzgariyê de, heta demjimêr 20.00ê îşev qedexeya derketina derve berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin