Di êrîsa mosekî ya Rûsî de 12 kes kustin, 14 jê zarok 73 kes jî birîndar bûn

Di êrîsa mosekî ya Rûsî de 12 kes kustin, 14 jê zarok 73 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Dnipro yê Ukraynayê di encama êrîşa moşekî ya artêşa Rûsyayê de, herî kêm 12 kes hatine kuştin, 73 jî birîndar bûne.

Saziya Rewşên Lezgîn a Ukraynayê ragihand ku di êrîşa şeva borî ya hêzên rûsî li bajarê Dnipro de, avahiyek bûye armanca moşekên rûsî û di wê avahiyê de 12 kesên sivîl can dane û 73 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha hatiya diyarkirin ku lêgerîna di bin kavilên avahiyê ji bo derxistina terman û rizgarkirinê berdewam dike û 14 birîndar jî zarok in.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, bertek nîşanî êrîşa Rûsî da û ew êrîşa moşekî ku cihê sivîlan kiriye armanc wekî êrîşeke terorî pênase kir.

Herwiha Zelensky got ku zêdetirî 30 moşek şeva 14ê Çile ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin ku ji wan 20 moşek ji aliyê berevaniya asmanî ya Ukraynî ve hatine pûçkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin