PeyamaKurd - Derkete holê ku merivekî telefonî Wezîrê Karên Derve yê Îngiltereyê Boris Johnson kiriye xwe wekî Nikol Paşinyanê Serokwezîrê Êrmenistanê daye nasîn qasî 18 deqîqeyan pê ra li ser Rûsya, Sûriye û Salîsburyê axiviye.
Wezareta Karên Derve ya Îngiltereyê li ser mijarê daxuyanî da û got, "Wezîr fehm kir ku raserî wî dikevin û telefon girt. Me jî kontrol kir û fehm kir ku ev heneka bi têlefonê ye."
Li gor çapemeniya welêt, wezaretê der barê heneka bi têlefonê ya ku tê da li ser Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê, mijara bijehrîxistina li Salîsburyê û Sûriyeyê axivîn da wiha got: "Mijara Salîburyê, li Sûriyeyê bikaranîna sîlahên bi jehrî û Ermenistanê zehf girîng in. Eva zaroktiya bê cidiyetiya kesên ku li me geriyan û kesên li pişt wan nîşan dide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin