Hêzên Tirkiyê kolberek kustin, yek jî birîndar kirin

Hêzên Tirkiyê kolberek kustin, yek jî birîndar kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li sînorê devera Makû ya Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên leşkerên tirk kolberekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand, doh 12ê Îlonê hêzên Tirkiyê li deverên sînorî yên bajarê Makû komek kolberên Rojhilatî dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Şehram Mihemedî hat kuştin û kolberekî din bi navê Ceifer Rehberî birîndar bû.

Hat zanîn ku her du kolberên jî xelkê gundê Dêm Qişlaq yê bajarê Makû bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin