Amerîkayê dema mayîna leskerên xwe dirêj kir

Amerîkayê dema mayîna leskerên xwe dirêj kir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) dema mayîna hêzên xwe yên ji bo rêgiriya koçberan şandibû sînorê Meksîkayê zêde kir.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand ku dema mayîna hêzên çûne sînorê Meksîkayê heta 30yê Îlonê hatiye dirêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, ji bo rê li ber pêla koçberên qaçaxî bê girtin, Serokê Amerîkayê 5 hezar leşker şandibû ser sînorê Meksîkayê.

Nîqaşên li ser lêkirina dîwarê sînorê Meksîkayê hîn berdewam dikin ku bi sedema Demokratan li Kongreya Amerîkî nehiştin fînansmana dîwar derkeve Trump hikûmeta Amerîkayê daxistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin