Li Ezazê teqîn: 9 kustî, 13 birîndar

Li Ezazê teqîn: 9 kustî, 13 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Ezaz ê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de, kamyoneke bombebarkirî di xala kontrola leşkerî de hate teqandin.

Di teqîna ku îro danê êvarê pêk hat de, li gorî agahiyên destpêkê 9 kes hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku teqîn li xala kontrolê ya Şatê ya bajarê Ezazê rû daye û heya niha nayê zanîn bi ew êrîş ji aliyê kîjan alî û rêxistinê ve hatiye encamdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin