Belçîka jî kestiya ser disîne Deryaya Sor

Belçîka jî kestiya ser disîne Deryaya Sor

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Belçîkayê biryar daye, di çarçoveya Peymana Mîsyona Pirneteweyî ya Deryaya Sor de keştiyeke şer bişîne heremê.

Peymana Mîsyona Pirneteweyî ya Deryaya Sor, piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyên Yemenê yên li dijî keştiyên bazirganiyê, bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatibû avakirin û Belçîyayê jî ragihandibû ku ew jî beşdarî vê mîsyonê bûye.

Reutersê di nûçeya xwe ya ku spartiye berpirsên payebilind ên Belçîkayê de ragihand ku Belçîkayê biryar daye ku di çarçoveya peymana  mîsyonê de, ew ê jî keştiyeke şer bişîne Deryaya Sor.

Berdevkê Hêzên Leşkerî yên Hûsiyan Yehya Serî, îro di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona El-Mesîra ya Hûsiyan de got: "Li hemberî êrîşên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Yemenê, ji bo alîkariya gelê Filistînê, hêzên me yên deryayî, li Kendava Adenê keştiya 'Chem Ranger' a DYAyê kirine armanc."

DYAyê jî di derbarê mijarê de ragihand ku hêzên wan ên deryayî, li herêmê 2 mûşekên Hûsiyan ên ku keştiya wan kirine armanc, li hewayê pûç kirine.

Şayanî gotinê ye ku ev biryara Belçîkayê, piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyên ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin