PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, 3 jinên li navendeke tenduristiyê rawestiyabûn revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdar bi erebeyekê li ber klînîka Dr.Rakan li bajarê Silokê rawestiyan û 3 jinên ku li klînîkê bûn revandin û bi lez ji cihê bûyerê reviyan.
Tenê navê jineke ku hatiye revandin hatiye zanîn ku navê wê Seher Mihemed El-Xelûf ji eşîra El-Meradat a bajarokê Hemam Turkman e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin