PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navçeya Şehîdkamilê li taxa Selîmiyê du malbat bi hevre munaqeşê kirin û paşî bi sîlih û kêran lihev xistin.
Li ser giliyên der û dor tîmên asayîşê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. 4 kesên ku birîndar bûbûn ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxaneyên bajêr. Ji birîndaran Neyşan G. li nexweşxanê can da û dermankirina 3 birîndarên din dewam dike.
Polîs du kesên gumanbar desteser kir û wan bir qereqolê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin