PeyamaKurd – Dema Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ligel wezîrên kabîneyê di civînê de bû, otomobîlekê bi ser avahiya serokwezîrtiyê de ajot û li dîwar qelibî.
Hat ragihandin ku piştî destwerdana polîsan xwediyê otomobîlê hat binçavkirin.
Hat zanîn ku li ser otomobîlê pankart û nivîsên dijî kurewîbûnê û rexneyên li hikûmeta Almanyayê hebûn.
Hat diyarkirin ku heman otomobîlê sala 2014an jî xwestiye bajo ser avahniya serokwezîrtiyê ku wê demê jî li ser nivîseke protestokirina guherîna keşûhewayê hebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin