Mesrûr Barzanî: Biryara Bexdayê ne yasayî ye û guvaseke sîyasî ye...

Mesrûr Barzanî: Biryara Bexdayê ne yasayî ye û guvaseke sîyasî ye...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê pêşwazî li nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jenin Hennies Plachart kir.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, di civîna ku nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) li Iraqê, Dr. Edhem Îsamaîl jî amadehî kiriye de, gotûbêj li ser rewşa Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û rêkarên rûbirûbûna vîrusa koronayê hat kirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser biryara neyasayî ya birîna pişke budceya Herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve, ku nîveya mûçeyên fermanberên Herêmê ye û tekez kir, ku biryareke ne yasayî ye û guvaşeke sîyasî ye li dijî hemwelatîyên Herêma Kurdistanê.

Barzanî got, “Her ji destpêka destbikabûna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, me serdana Bexdayê kir û nîyet pakijîya xwe nîşanda bo çareserkirina arîşeyan li ser binemaya Destûrê û çendîn pêşnîyaz bo çareserkirina arîşeyên helawîstî pêşkeş kir. Di encamê de, li dawîya sala burî, hikumeta Herêm û hikumeta Bexdayê gerhiştin ji hevtêgehiştineka beş derbarê petrol û şayîste yên darayî yên Herêmê bi awayekê ku hikumeta Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê radestê Bexdayê bike û hikumeta Fedral jî, gujme ya 900 milyon Dolaran wek mûçe û şayîsteyên darayî  bo Herêma Kurdistanê bişîne, lê cihê daxê ye dûv re karbidestên Bexdayê amade nebûn cîbicî bikin.”

Serokwezîr Barzanî, tekezî li ser wê yekê jî kir, ku nabe hikumeta Federal mijara mûçe û şayîseteyên darayî yên Herêma Kurdistaê wek karteka sîyasî û sizadanê li dijî hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bikar bîne ku ev dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hemwelatîyên Herêmê ye.

Derbarê hewlên pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê de jî, serokê hikumetê, hevkarî û piştîvanîya Herêma Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû derbirî li ser binemaya hevpişk û pabendbûnê bi destûrê.

Di beşeke din a dîdarê de, rêkarên rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin gengeşe kirin.

Nûnerê Rêkxistîya Tenuristîya Cîhanî li Iraqê, stayîşa hikumeta Herêma Kurdistanê kir bo rêkarên xweparêzîyê û spasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistnê kir û got: “Ezmûna hikumeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê û girtinebera rêkarên xweparêzîyê gelek serkeftî û newaze ye û cihê şanazîyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin