HPG: Ti zanyarî û tesbît nînin ku PDK besdarî operasyona Garê bûye

HPG: Ti zanyarî û tesbît nînin ku PDK besdarî operasyona Garê bûye

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPG li ser nûçeyên medya PKKê ya beşdarbûna PDKê di operasyona dijî PKKê ya Tirkiyê li herêma Garê de ragihand, “Derbarê ku hêzên PDKê beşdarî operasyonê bûne de ti tesbîteke me nîne. Agahiyên bi wî rengî ne rast in.”

Di daxuyaniya nivîskî ya HPGê ku derbarê operasyonê artêşa Tirkiyê de belav kiriye de, hatiye diyarkirin ku 10ê Sibatê li demjimêr 03:00 li Garê ji gelek aliyan ve bombardimaneke zêde hatiye kirin û artêşa Tirkiyê hêzên xwe daxistine herêma Siyaneyê.

HPGê da xuyakirin: "Derbarê ku hêzên PDKê beşdarî operasyonê bûne de ti tesbîteke me nîne. Agahiyên bi wî rengî ne rast in. Lê hêzên artêşa dagirker a Tirk helîkopter ji Şirnexê bo baregeha Başikayê û ji wir jî ji ser nehiya Bakirman a Akrê ve hatine. Ti liveke PDKê di vê de nehatiye xuyakirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin