PeyamaKurd - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi şandeke bilind a dadwerî ya Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanyayê re civiya.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirên Serokê Encûmenê Dadwer Gross û Ann Rafert, Berpirsê Perwerde û Rahênanê yê li Peymangeha Dadwerî ya Qraliyetê Andrew Haten kiriye.
Barzanî di hevdîtinê de, hêviya xwe anî ziman ku encûmena wan bi hevkarî û hevahengiya li gel Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina warê siyasî û dadwerî ya li Herêma Kurdistanê bixebitin, bi taybetî ku "Brîtanya di warê serweriya yasa û dadwerî de xwedî ezmûneke dûrûdirêj û bihêz e û di vê mijarê de her hêsankariyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamî û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên dadwerî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan da".
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şanda mêvan amadebûna xwe ji bo hevahengiya ligel Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê û piştgiriya rola yasa û dadwerî û bihêzkirina dadgehên Herêmê di warê teknîkî û rahênana dadweran de li navxwe û li derveyî Herêma Kurdistanê nîşan daye û her weke çawa ligel Encûmena Dadwerî ya Iraqê jî heman hevahengiya wan heye, ev jî bi girêdana baştir birêvebirina dozên terorê û serxwebûna desthilata dadwerî û serweriya yasa li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Bengîn Qasim, Serokê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê Bextiyar Qazî û Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî amade bûn.
Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji ber serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşketinên Herêma Kurdistanê di warê dadweriyê de bilind nirxand.
Herwiha nivîsgehê ragihand ku gotûbêkirina pêşhatên herêmê û çend mijarên li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên cur bi cur de, aliyekî din ê hevdîtinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin