Bexda: Em dixwazin hinardeya petrola Kurdistanê zêde bikin

Bexda: Em dixwazin hinardeya petrola Kurdistanê zêde bikin

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro 10ê Hezîranê ji medyaya Kurdistanê re ragihand ku di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de, Serokwezîr Elî Zeydî daxwaz kiriye ku hikûmet ji bo bilindkirina asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê kar bike.

Ebûdî da zanîn ku ji bo vê armancê hikûmet bizavê dike ku garantiya ewlehiyê bide kompaniyên berhemanîna petrolê, da ku vegerin Herêma Kurdistanê û dest bi karên xwe yên derxistin û hinardekirinê bikin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekezî li ser girîngiya vê pêngavê kir û eşkere kir ku zêdekirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêdetir garantiyê bo dabînkirina mûçeyên fermanberan dide.

Ebûdî got: "Em wekî Hikûmeta Federal pabendî dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ne."

Li ser bicihanîna sîstema nû ya gumrikî jî Heyder Ebûdî bal kişand ser aliyê aborî û behsa sîstema ASYCUDAyê kir û diyar kir: "Bicihanîna sîstema ASYCUDAyê ji bo zêdekirina dahatên negirêdayî petrolê yên welat e."