Hinardeya petrola Herêma Kurdistanê gihîşt 180 hezar bermîlan

Hinardeya petrola Herêma Kurdistanê gihîşt 180 hezar bermîlan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêde bûye û gihîştiye 180 hezar bermîlan di rojekê de.

Hate eşkere kirin ku roja çarşemê 180 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê hatine hinardekirin û her wiha rojane 60 heta 70 hezar bermîlên petrola Kerkûkê jî bi riya boriya herêmê tê şandin.

Li gorî agahiyan piştî ku kompaniyên berhemanîna petrolê yên biyanî ji ber metirsiyên ewlehiyê yên berê xebatên xwe kêm kiribûn, niha hemî vegeriyane ser kar û ev yek bûye sedema bilindbûna asta hinardeyê.

Her wiha di meha Tebaxê de hinardeya giştî ya Iraqê gihîştibû du milyon û 250 hezar bermîlan, ku ev pêvajo bandoreke erênî li ser vejandina aboriya welêt dike.