PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) cara yekem li Washingtonê bi kompaniyeke lobîyê re li hev kiriye.
Li gorî malpera ‘Foreign Lobby Report’ a nûçeyên derbarê lobiyan de belav dike, HSDê 30ê Nîsanê bi kompaniya xebatên lobiyê ya bi navê, "Jim Dornan Strategies" re li hev kiriye ku ew kompanî bi xwe nêzîkî Partiya Komarî ya Amerîkayê ye.
Foreign Lobby Report daye xuyakirin, hêzên kurd (HSD-YPG) ji bo xebatên lobiya siyasî bi kompaniya şêwirmendiyê Jim Dornan Strategies 30yê Nîsanê bi fermî xwe tomar kirin.
Di nûçeyê de tê gotin, ew kompaniya şêwirmendiyê ji aliyê xebatkarê kongreyê yê Komarî û wezîfedarê kampanyayê Jim Dornan ve tê birêvebirin û hat diyarkirin ku wê li ser hevkariya Hêzên Kurd û Amerîkayê di têkoşîna dijî DAIŞê de xebata lobiyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin