FAO: Li Somalî pêdivî bi 236 mîlyon dolarî heye

FAO: Li Somalî pêdivî bi 236 mîlyon dolarî heye

Rêxistina xida û zîraî ya Neteweyên Hevgirtî FAO ragihand ku li Somaliyê li gunda, bo alîkariya kesên birçî bikin, pêdivî bi 236 mîlyon dolarî heye.

Li gor beyana FAO yê ku bi nivîskî daye, dibêje bi sedema ku baran nebariyaye û xelayî li gunda çêbûye, gelek heywan telef bûne û gundiyên ku debara xwe bi heywanan dikirin aboriya wan têkçûye.

FAO di sala 2018an de dixwaze alîkariyê bo hinek kesên ku li gunda dijîn ku jimara wan li dora 2.7 mîlyon kesiye bike. Rapora FAO weha dewam dike:

“FAO, bo karibe mudaxele bi wan heywanan bike, hilberîna cotyaran bixe bin ewlehiyê û ji malbatên bêparastin re alîkariya xida bike heya werin asta xwe ya berê ya hilberînê, pêdivî bi 236 mîlyon dolarî heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin