PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov ragihand ku balafireke kargo ya Amerîkayê barê şeşemîn ê çekan gihandiye Ukraynayê.
Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov li ser hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kir: “Em barê şeşemîn ji balafira hevalbendên me yên Amerîkayê dadixin! 84 ton cebilxane gihîşt Kîevê.”
Oleksii Reznikov got: “Bi giştî heta îro me nêzî 500 ton alav û kelûpelên parastinê ji Amerîkayê wergirtin. Ev jî ne dawî ye.”
Hêjayî gotinê ye, di demeke ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike de, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken doh ragihandibû ku wê Amerîka di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê de berdewam be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin