PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Nîjeryayê di çend rojên dawî de her diçe hejmara revandina biyaniyan û kuştinan zêde dibe.
Hat zanîn ku di nav hefteyekê de, 72 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine kuştin û ji 32 revandiyên hefteya dawî jî 14 ji wan hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Polîsê Nîjerî îro ragihand ku ji bo 4 hemwelatiyên tirk operasyon dane destpêkirin.
Sererkanê Artêşa Nîjeryayê Tukur Buratai ragihand ku artêşa wan ji bo rêgiriya bûyerên kuştin û revandinan hesasîyeteke zêde nîşan dide, lê berevajî daxuyaniyê her diçe bûyerên kuştin û revandinê zêde dibin.
Li Nijeryayê piranî kesên têne revandin ji bo pere û fidyeyê têne revandin.
Hefteya borî jî li avên deryayê yên Nijeryayê rêbirî li keştiyeke tirk hatibû kirin û 10 karmendên wê hatibûn revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin