PeyamaKurd – Ciwanê Kurd bi navê Bokan Hesenê ku ji Helebceyê ye, ji bo Lutkeya Google ya 2020an ku meha sibatê li Sîngapûrê tê lidarxistin hat vexwendin.
Googleyê bi awayekî fermî Bokan Hesen vexwend zîrweya meha Sibatê ku li gorî daxuyaniya Bokan Hesen a bo radyoya Rûdawê, wî projeya lêzêdekirina zaravayî soranî yê kurdî pêşkeşî Google kiriye û ew projeya wî hatiye qebûlkirin.
Bokan Hesen dibêje, wî heta niha 100 hezar hevok û peyv bo Google şandine û soz hatiye dayîn ku zaravayê soranî were aktîvkirin ku ew van xebatên xwe bi tena serê xwe dimeşîne, lewma jî karê wî giran dimeşe.
Hesen dide xuyakirin ku vexwendnameya Google 27ê meha borî gihîştiye wî û ew niha amadekariyên xwe dike daku beşdarî Lutkeya Sîngapûrê ya Google bibe.
Bokan Hesenê ku sala 1991ê jidayikbûyê Helebceyê ye, Beşa Îngilîzî ya Zanîngeha Silêmanî xwendiye,
Ew dibêje, “Googleyê piştî serlêdana wan ferq kiriye ku soranî ji hêla çend milyon kesan ve tê axaftin û qebûl kiriye ku soranî li Google zêde bike. Lê belê tevî ku sala 2015an soranî ketiye nav zimanên google jî, klavyeya Kurdî nehatiye aktîvkirin, lewma jî soranî çalak nebûye. Piştî civînan 31ê Gulana 2019an em bi ser ketin ku aplîkasyona google a kurdî bidin aktîvkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin