PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Suriyeyê Elî Mehmûd Ebas, di derbarê gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de daxuyaniyek da û bang li Amerîka û Tirkiyeyê kir ku ji ser axa wan vekişin.
Wezîr Elî Mehmûd Ebas di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkiliyên dîplomasiyê û diyar kir ku deriyê wan ji her kesên ku bi dostanî nêzîk bibe re vekiriye. Ebas, bi awayekî vekirî bang li rayedarên Tirkiye û Amerîkayê jî kir da ku ji axa wan derkevin.
“Em rê nadin talanê”
Wezîrê ku di Konferansa Navneteweyî de axivî, banga xwe ya ji bo vekişîna Amerîka û Tirkiyeyê bi vî awayî kir:
“Em dixwazin ku Amerîka û Tirkiye, dawî li hebûna xwe ya li ser hin herêmên Suriyeyê bîne. Heger ew ji wan herêman vekişin, hikûmet jî dê bikaribe li van herêman kontrola xwe bi pêş bixe û çavkaniyên me yên ku bûne mijara talankirinê, dê ji aliyê me ve wekî razemenî bên bikaranîn.”
Wezîrê ku deriyê dostaniyê jî vekirî hişt, axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Deriyê me, her dem ji dostaniyê re vekirî ye lê belê divê ez bibêjim ku ew aliyên ku bi armanca êrîş û rûxandina welatê me tên û dîroka me û pêşeroja me dikin hedef, ew ê li hember xwe mirovên welatperwer ên ku welatê xwe diparêzin, bibînin.”
Ebas bal kişand ser dorpêçên li ser Suriyeyê jî û bang li qada navneteweyî kir ku ji bo Amerîka û çend welatên Rojavayî van dorpêçan ji ser welatê wan rakin, pêkutiyê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin