Amerîka û Rûsya girtiyên xwe li Tirkiyê bihev guhertin

Amerîka û Rûsya girtiyên xwe li Tirkiyê bihev guhertin

PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan bi sedema li Tirkiyê girtiyên Amerîka û Rûsyayê bi hev hatin guhertin, sipasiya Tirkiyê kir. Sullivan, di ser hesabê xwe yê Twitterê weha ragihand:

“Me Trevor Reed car din ji bo mala xwe qebûl kir û ji ber rola Tirkiyê ku alîkariya dagera Reed ji bo Amerîkayê kiriye, em minnetdarê Tirkiyê ne. Di vê mijara girîng ya alîkariya Tirkiyê de, em sipasiya wan dikin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku wê piyadê deryayê Trevor Reed ku li Rûsyayê girtiye, serbest hatiye berdan û wê îro dagere welatê xwe Amerîkayê.

Yek ji rêvebirên wezareta karên derve ya Amerîkayê ku nexwestiye behsa navê wî bêkirin, ji bo guhertina girtiyê Amerîkayê, leşkerê piyade yê deryayê Trevor Reed ku li Rûsyayê girtîbû, ji bo bihev biguhêrin, ji bo girtiyê Rûs yê li Amerîkayê Konstantin Yaroşenko, Joe Biden efûyekî taybet derxistiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin