PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Erakê, du girtiyên Kurd bi dar ve kir.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê ragihandiye, du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Erakê (navenda parêzgeha Merkezî ya Îranê) ku bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişbir hatibûn girtin, hatin bidarvekirin.
Hat eşkerekirin ku navê yek ji wan girtiyên Kurd Seyîd Feyzullah Nûrullahî û navê yê din jî Ehmed Nûrî û her du jî xelkê Kirmaşanê bûne, lê mala wan li bajarê Kerecê bûye.
Herwiha balkêş e ku nûçeya bidarvekirina wan girtiyên Kurd, piştî 4 rojan hat zanîn. Ji ber ku ew roja 27 vê mehê hatibûn bidarvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin