Li Sarezûrê di zeviyên genim de sewat: 36 zeviyên cotkaran sewitîn

Li Sarezûrê di zeviyên genim de sewat: 36 zeviyên cotkaran sewitîn

PeyamaKurd Di şewata ku li bejahiya navçeya Şarezûr a Silêmaniyê derket de, 500 donim zeviyên genim bûne ax.

Li gundê Kanî Berdîne yê Şarezûrê di zeviyên genim ên 36 cotkaran de şewat derket. Cotkaran diyar kirin ku şewat bi qestî derketiye, 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku li gund 3 sal li pey hev agir bi zeviyan ket.

Cotkarên ku îsal li hêviya bereke baş bûn, di şewata ku do derket de hemû hêviya xwe winda kirin.

Cotkaran diyar kirin, ew poşman in ku keda wan îsal vala derket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin