PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Norwecê Espen Barth Eide ji bo Îsraîlê got ku Îsraîl li Xezzayê sînorê xwe derbas kir. Eide got ku Îsraîlê di êrîşên ser Xezzayê de hedefên siyasî yên êrîşê û mêzêna bikaranîna hêza xwe derbas kiriye. Rewşa li Xezzayê felakete û divê Îsraîl sîvîlan cuda bike.
Wezîr Eide, daxuyaniya xwe di rojnama Bergens Tidende de da. Eide, got ku Xezza bi ewle nîne û li deverê heya niha gelek Norwecî birîndar bûne. Eide weha got:
“Piştî êrîşên duhî ewm hewl didin da bizanibin bê birîndarên nuh hene an na lê ji ber li Xezzayê înternet û kanalên danûsitendinan hatine birîn, gelek zahmete ku em têkiliyan deynin. Xwe parastin mafê Îsraîlê ye lê divê ferqa sîvîlan jî bike. Êrîşên li Xezzayê wê ji bo wexteke dûr fêde nede Îsraîlê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin