Lubnanê ji bo hawirdeya gazê ji Amerîkayê alîkarî xwest

Lubnanê ji bo hawirdeya gazê ji Amerîkayê alîkarî xwest

PeyamaKud-Alîkarê Serokwezîrê Lubnanê ragihand ku ji bo ew bikaribin ji Misirê gazê hawirde bikin, wan ji Amerîkayê alîkarî xwestiye.

Alîkarê Serokwezîrê Lubnanê Saade eş-Şami, ji ofîsa çapameniyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî daxuyaniya ku hat belavkirin, ji bo ku Lubnan bikaribe ji Misirê gazê hawirde bike, ji Amerîkayê alîkarî xwestiye. Li gorî daxuyaniyê, di hefteya borî de Saade eş Şami, li Washingtonê, tevlî civînên biharê yên Bankaya Cîhanî û Fona Diravan a Navneteweyî jî bûye û li ser mijarê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û rayedarên Bankayên Xezîneyê re civiyaye.

3 sal in li Lubnanê qeyraneke domdar a aboriyê heye û pê ve girêdayî sotemenî nayê bidestxistin. Ji ber ku xebatên binesaziyê ji bêderfetiyan nayên tekûzkirin, karaba jî her tim tê birîn. Ji ber qeyrana karabayê jî welatiyên Lubnanê tenê rojane xizmeta çend saetan a karabayê bi dest dixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin