Mesrûr Barzanî îro bi hilberîneran re dicive

Mesrûr Barzanî îro bi hilberîneran re dicive

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi  hilberînêrên Kurdistanê re dicive û guftûgo dê li ser pirsgirêk û astengiyên di warê hilberîn û çawaniya pêşxistinê de bikin.

Li gor zanyariyên berdest îro Sêşemê 28.01.2020ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hilberîneran dê bicive û plana hikûmetê ya derbarê hilberînê û pirsgirêk û kêmasiyên di vî warî de hene û çawaniya pêşxistina hilberînê gotûbê ji bike.

Li gor xala şeşem asta xizmetan di sektorên giştî ya karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmet kar dike bo ava kirina sektora kar bo sektora taybet û berfirehkirina hilberînê di warên cuda yên wek pîşesazî, kiştûkal û geştûguzar, ku bi vî awayî jî derfeta kar zêde bike û yasayên kar bi cureyekî bên rêxistin kirin ku derfeta kar bo ciwanên herêmê bê zêde kirin.

Herwiha di bergê yekem de asta aborî û darayî ya karnameyê de jî tê gotin: ‘’Em dê kar bikin bo ku aboriya herêmê piralî û berfireh be û tenê pişt bi neft û gazê ve nayê girêdan. Ji bo wê jî pêşxistina sektorên kiştûkal, pîşesazî û geştyarî dê bê kirin û hewil dê bê dayîn bo rakêşandina hilberînerên derve yên di wan waran de kar dikin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin