PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 570 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî pê can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 25ê Hezîranê de eşkere kir; di 24 saetên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî 135 kes li Hewlêrê, 195 kes li Silêmaniyê, 219 kes li Duhokê, 17 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ye.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 saetan de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye ku ew jî 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha wezaretê eşkere kir 491 nexweşên koronayê jî di nav 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi giştî gihîşt 182837 kesan, ya mirinan bû 4448 kes û heta niha 171068 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin