Serkok Barzanî pêswaziyê li Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê kir

Serkok Barzanî pêswaziyê li Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Mûsa El-Henîfe, geşbûn û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziyê li Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Mûsa El-Henîfet û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Mûsa El-Henîfet û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê El-Henîfat silavên taybet ên Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem gihandin Serok Barzanî û ragihand ku Şahê Urdinê, gel û hikûmeta wî welatî xwe dostê gelê Kurdistanê dibînin.

Henîfet pesna vejandin û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê di demeke kin de tevî kirîz û astengiyan kir û daxwaz kir ku peywendiyên dualî di warên cuda cuda de bi taybetî çandinî û avadankirinê zêdetir bên berfirehkirin.

Serok Barzanî herwiha wesif kir ku Şahê Urdinê Şah Ebdullah bi dost û birayê xwe yê nêzîk wesif kir û balkişand li ser peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê û tekez li ser wê yekê kir ku divê ew peywendiyên han berdewam bin û bihêztir bibin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçe û Iraqê jî hatin nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin