MSBê kustina leskerekî din li Herêma Kurdistanê ragihand

MSBê kustina leskerekî din li Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd -  Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku li nav Herêma Kurdistanê leşkerekî wan ê din hatiye kuştin.

MSBê daye zanîn, leşkerê bi navê Taner Torun ku çawîşê pispor e û ji Osmaniyê ye, li herêma Zap-Avaşînê ya Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê doh 26ê tebaxê jî eşkere kiribû ku li herêma operasyona Pence Kilît a nav sînorên Herêma Kurdistanê ku li dijî PKKê tê meşandin, leşkerekî wan hatiye kuştin. Operasyona bi navê Pence Kilît ji sala 2022yan ve dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin