PeyamaKurd - Dezgeha Çavderiya Înternetê ya Navdewletî (NetBlocks) ragihand ku rejîma Îranê piştî destpêkirina xwepêşandan û protestoyên dijî bihakirina benzînê, înternet û xetên telefonê qut kiriye.
Li gorî zanyariyan ji şeva borî ve zanyariyên zelal derbarê amarên qurbaniyên xwepêşandanan de ji ber nebûna înternetê nayên wergirtin.
Li vê mijarê Balyozê Amerîka yê Almanya, Richard Grenell got ku ew dikarin înterneta Îranê dabîn bikin û nehêlin Îran wê xetê blokê bike.
Grenell li ser twitterê bang li hikûmetên Amerîka, Almanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropa kir ku bi hev re vê pengavê bavêjin.