Yekîtiya Ewropa li ser koçberan civînekê saz dike

Yekîtiya Ewropa li ser koçberan civînekê saz dike

PeyamaKurd – Piştî derketina krîza koçberan di navbera Fransa û Brîtanyayê de, biryar e Yekîtiya Ewropa li ser mijara koçberan civînekê saz bike.

Ajans France Press (AFP) ragihandiye ku biryar e yekşema bê Yekîtiya Ewropa li Kalasê derbarê koçberan de bicive.

Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî nameya Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bo Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ku bûye sedema krîzekê di navbera her du welatan de, Wezîrê Koçberan ê Brîtanyayê di civînê de amade nabe.

Boris Johnson bang li Fransayê kiribû ku koçberên ji Derya Manşê derbas bûne paşde vegerîne û li ser vê bangê Wezîrê Navxwe Fransayê Gerald Darmanin hevdîtinên xwe yên bi hevkarê xwe yê Brîtanî Priti Patel re bi dawî kiribû.

Boris Johnson di nameya xwe de daxwaza rêkeftinê ji Fransayê derbarê koçberan de kiriye û daxwaz kiriye ku Fransa wan koçberên ku bi awayekî neyasayî çûne Brîtanyayê werbigre, di bersivê de Fransa peyama Johnson weke têkçûna zêdetir a rewşê bi nav kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin