Hunermenda tirk ji ber xwendina ‘Herne Pês’ hat binçavkirin

Hunermenda tirk ji ber xwendina ‘Herne Pês’ hat binçavkirin

PeyamaKurd – Hunermenda tirk Pinar Aydinlar bi hinceta ku di mîtinga HDPê ya Bedlîsê de siruda Herne Pêş a Kurdî xwend hat binçavkirin.

Aydinlar li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew bi hinceta xwendina ‘Herne Pêş’ di mîtinga Bedlîsê ya HDPê de ku Pervîn Buldan jî beşdarî kiribû hatiye binçavkirin.

Pinar Aydinlar destnîşan kir ku sedema binçavkirina wê siruda Herne Pêş e. Aydinlar got ku niha wê dibin navenda dije terorê ya Bedlîsê.

Hêjayî gotinê ye, Pinar Aydinlar piştî çend saetan ku îfadeya wê hat standin hat serbest berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin