PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku welatê wan li dijî destwerdana Xelîfe Haftera a li dijî Lîbyayê û hişyarî da, Pompeo “Divê demildest destwerdan were rawestandin.”
Mike Pompeo di daxuyaniya xwe de got, “Amerîka ji şer û pevçûnên li nêzîkî Trablusê nîgeran e. Em li dijî destwerdana hêzên Xelîfe Hafter in û em ji vir bang li wî aliyî dikin ku tavilê destwerdana leşkerî ya li dijî paytexta Lîbyayê were rawestandin. Pêwîst e hêzên peywendîdar vekişin pozîsyona xwe ya berî êrişan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin