Yûnanîstan bi tundî biryara Ayasofya sermezar kir

Yûnanîstan bi tundî biryara Ayasofya sermezar kir

PeyamaKurd- Bi daxuyaniyekê, Serokê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis, li hember biryara Ayasofya bû Camî, Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyek nivîskî da Miçotakîs da zanîn, ‘‘ Bi vê biryarê, cihê Ayasofya yê cîhanî û kesayeta mirateyebûna wê bo dinyê tê tunekirin. Bandora vê biryarê wê ne tenê li ser têkiliyên Turk-Yunanan, herwiha li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa, têkiliyên bi UNESCO ra û têkiliyên bi civaka navtewletî ra jî çêbibe.

Serokê Yûnanîstanê di daxuyaniya xwe da ragihand, ‘‘Ev biryara ku dihêle Tirkiye li dijî peymana mîrateyên çandî yê dinyê bisekine, cihê xemginê ye’’

Herwiha Serokê Kibrisê Nikos Anastasiades jî li ser vê biryaraê got, ‘‘ Desteserkerina Mîrateya Dinyê ku bo Krîstiyanên dinyê jî gelekî pîroz e, bêhurmetî ye.’’

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin