Mesrûr Barzanî: Pêwîst e em hemû pabend bin ku teroristên DAISê bêne cezakirin

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e em hemû pabend bin ku teroristên DAISê bêne cezakirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê diyar kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzîdiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civaka Êzîdiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser twittera xwe, amaje bi vegerandina termên 41 qurbaniyên komkujiya Êzîdiyan li gundê Koço kir û di derbarê wê de da zanîn, tekezî li piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên Êzîdî dikin.

Herwiha eşkere kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzîdiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civaka Êzîdiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Herî dawî destnîşan kir, pêwîst e em hemû pabend bin ku teroristên DAIŞê bêne cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin