PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi heyeha xwe û 200 karsazan re bi balafira taybet giha bajarê Cidde yê Sa’ûdî Erebistanê. Erdoğan ji terefê rayedarên Sa’ûdî de hat pêşwazîkirin.
Di merasima pêşwaziyê de li balafirgeha Qral Abdulazîz cîgirê emîrê herêmê yê Ciddeyê Bedir Bin Sultan, wezîrê karên derve yê Erebistanê Faysal bin Ferhan Al-Suud, balyozê Tirkiyê yê li Riyadê Fatih Ulusoy, balyozê Tirkiyê yê Yemenê Mustafa Pulat û balyozê daîmî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî Mehmet Metin Eker hebûn.
Bi Eredoğan re hevjîna wî Emine Erdoğan, wezîr Hakan Fidan, wezîr Alparslan Bayraktar, wezîr Yaşar Güler, wezîr Mehmet Fatih Kacır, wezîr Ömer Bolat, cîgirê serokê AKP ê Ömer Çelik û Zafer Sırakaya, parlementerên AKPê Hulusi Akar, Mustafa Varank, Nureddin Nebati û parlementerê MHPê İsmail Faruk Aksu, serokê daîra karên derve yê serokkomariya Tirkiyê Metin Kıratlı, Fahrettin Altun, serokê MİTê İbrahim Kalın, serokê sanayiya bergiriyê Haluk Görgün, serokê arşîvên dewletê Uğur Ünal, serşewirmendê serokkomariyê balyoz Akif Çağatay Kılıç hene.
Wê heyeta Tirkiyê li Qesra Al Selamê bi merasima fermî bê pêşwazîkirin. Wê welîehdê Saûdiyê Muhammed Bin Selman tevlî hevdîtinên navbera heyetan bibe û di şîva êvarê de tevlî merasima şîva fermî bibe. Erdoğan berya here Erebistanê li Tirkiyê weha gotibû:
“Berya her tiştî di rojeva me de veberhênanên hevpar û bazirganî heye. Em ê bibînin bê em karin çi bikin. Bazirganiya me bi welatên Kendavê re di 20 salên dawiyê de ji 1,6 milyar dolarî giheye 22 milyar dolarî. Bi formên kar re, em dixwazin vê reqemê pêşde bibin. Bi taybetî krîzên di alema Îslamê de dikin ku em bi welatên Kendavê re îstîşareyên nêz û hevkariyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin